Rûspiyên êlan: Êlên Ereban serî ji dagirkeriyê re natewînin

Şêx û rûspiyên êlên kantona Reqayê destnîşan kir ku armanca hedefgirtina fermandarên QSD`ê û kesayetên civakî li Dêrazorê, têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye û diyar kir ku helwesta êlên Ereb diyar e ku dagirkirinê red dikin.

Rûspiyên êlan: Êlên Ereban serî ji dagirkeriyê re natewînin
20 kanûn, 2023   02:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Êrişên dewleta Tirk a dagirker, şaneyên veşartî yên wê û yên DAIŞ`ê û saziyên îstixbaratê yên hikumeta Şamê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Bûyerên li ser erdê rû didin, tevkariya dewleta Tirk û hikumeta Şamê ji bo hedefgirtina herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), kesayetên civakê, kesayetên navdar, şêxên eşîran û siyasetmedaran, piştrast dikin.

Rûspiyê El Bû Esaf şêx Hemed El Qeraceh diyar kir ku êrişên li dijî herêmê komplo ne û delîla lawazbûna hêzên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li hember pergala Rêveberiya Xweser û QSD`ê ye.

El Qeraceh wiha axivî: “Vê dawiyê li Dêrazorê fermandarên leşkerî, sivîl û kesayetên civakî hatin hedefgirtin. Ev nîşan dide ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker hewl didin ewlehiya herêmê û ya Dêrazorê têk bibin.”

Her wiha El Qeraceh bal kişand ser helwesta êlên Ereban û got: “Helwesta wan diyar û nayê guhertin; serî ji dagirkerî û ajandeyên derve re natewînin. Wê bi rêya ciwanên xwe yên tev li QSD`ê bûne, parastina herêmê û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin."

Rûspiyê êla El Xanim El Zahir Mistefa Ebdî jî got: “Gelek aliyên dijberî projeya me ya demokratîk bi awayekî aşkera êriş me dikin. Hedefgirtina siyasetmedaran, leşkeran, kesayetên civakî, êlî ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ve, bi armanca tunekirina rola van kesayetan e ku hewl didin ax, welat û namûsê biparêzin.”

Di dawiyê de Mistefa Ebdî wiha anî ziman: "Tevlêbûna ciwanên me di nav refên QSD`ê û saziyên Rêveberiya Xweser de, xwezayî ye. Ji ber ku ewladên vî welatî ne. Ew tenê dikarin wê biparêzin. Saziyên sivîl jî bi rêya kesên xwedî tecrube û aqilane ve tên birêvebirin.”

(şx)

ANHA