Li Reqayê amadekariyên çinînê û wergirtina genim tên kirin

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên amadekirina çinînê dewam dikin, hemwextî wê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê amadekariyên wergirtina genim ji cotkaran dike.

Li Reqayê amadekariyên çinînê û wergirtina genim tên kirin
Li Reqayê amadekariyên çinînê û wergirtina genim tên kirin
Li Reqayê amadekariyên çinînê û wergirtina genim tên kirin
Li Reqayê amadekariyên çinînê û wergirtina genim tên kirin
Li Reqayê amadekariyên çinînê û wergirtina genim tên kirin
Li Reqayê amadekariyên çinînê û wergirtina genim tên kirin
Li Reqayê amadekariyên çinînê û wergirtina genim tên kirin
Li Reqayê amadekariyên çinînê û wergirtina genim tên kirin
30 nîsan, 2024   06:35
REQA
ENES MIHEMED

Li gundewarên kantona Reqayê rûbera genim û cehê avî ku hatiye çandin zêdetirî 600 hezar donim e. Desteya Çandinî û Avdanê jî rêjeya çandiniya mewsima zivistanê ji sedî 82 diyar kir, ji wan ji sedî 60 genim, ji sedî 5 ceh, ji sedî 2 sebzeyên zivistanê û ji sedî 15 peqle.

Îsal li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran baş barî û hişt çandinî jî geş bibe. Tê pêşbînkirin ku berhema mewsima îsal baş be.

ZÊDETIRÎ 6 MÎLYON LÎTIR MAZOT

Desteya Çandinî û Avdanê û Gerînendetiya Sotemeniyê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nirxê hezar û 50 lîreyên Sûriyeyî ji bo her lîtirekê mazot da cotkaran.

Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya kantona Reqayê beşa yekemîn ji mazotê ku 6 mîlyon û 485 lîtir bû, belav kir. Ji wan 2 mîlyon û 835 lîtir ji bo bîran û 3 mîlyon û 650 ji bo komeleyên çandiniyê bûn. Dê beşa duyemîn ji bo komeleyên çandiniyê bê belavkirin.

151 komeleyên çandiniyê yên cotkaran ên ruxsetkirî û hezar û 31 bîrên ruxsetkirî yên Gerînendetiya Çandiniyê hene.

Nivîsgeha Çandiniyê 20 lîtir mazot ji bo her donimek ku bi bîran tê avdan veqetand. Her wiha 12 lîtir ji bo her donimek girêdayî komeleyên çandiniyê veqetand. Çaverê ye mazot bi 5 beşan li gorî plansaziya çandiniyê ya zivistanê bê belavkirin.

AMADEKARIYA WERGIRTINA MEWSIMA ÇINÎNÊ

Bi nêzîkbûna mewsima çinînê re cotkarên kantona Reqayê dest bi amadekirin, tamîrkirina patoz û amûrên xwe kir.

Cotkar patoz û amûrên xwe bi baldarî taqîb dikin û tamîr dikin.

Fuad Qadir ê ji Reqayê ku bi xwe xwedî patoz e ji ajansa me re got: "Em patozan bi temamî tamîr dikin. Parçeyên kevin bi yên nû diguherînin da ku kar bi awayekî baştir bi rê ve biçe. Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku di demeke zû de mazotê belav bikin û nirxê wê li gorî lêçûna çinînê diyar bike. Em hêvî dikin ev mewsim bibe ya xêrê nexasim piştî barîna barana baş li herêmê."

JI BO WERGIRTINA GENIM 6 EMBARGEH HENE

Piştî ku Rêveberiya Xweser di 14'ê  Nîsanê de wergirtina mewsima genim û pembû ragihand, Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Reqayê ji bo wergirtina berhema genim dest bi paqijkirin û amadekirina embargehên tovan kir.

6 navendên wergirtina tovan li Reqayê hene. Navenda Selhebiyê ya rojava, Bedir, Galta, Şinîne, Kebiş û Xes Halic.

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Reqayê Ehmed El Elî axivî û got: "Şîrket amadekariyên pêwîst ji bo wergirtina genim ji cotkarên Reqayê dike. Her qadek tê de zêdetirî 500 donim bi 70 heta 100 hezar ton, bi cih dibe. Her wiha 15 laboratorên taqîkirinê ji aliyê pisporên çandiniyê ve ji bo taqîkirina tovên genim hatine amadekirin."

El Elî wiha li gotina xwe zêde kir: "Em jî navendan bi sûr û xendeqan diparêzin. Niha ev tedbîr li navenda Kebiş tên girtin û ew ê li hemû navendan jî bên girtin."

Di dawiya axaftina xwe de El Elî got: "Em bi rêya belgeyên Yekitiya Cotkaran û Desteya Çandinî û Avdanê tûrên xêş (hesîrî) ên nû li cotkaran belav dikin. Her cotkarek dikare têra xwe tûran wergire û dema ku fatûra xwe bistîne dê nirxê ku ji bo tûran daye li wî bê vegerandin."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê embargehên tovan li herêma Kîsrat a kantona Dêrazorê û yên bajarokê Bo Asî yê rojavayê Tebqayê amade kirin. Da ku tovan wergire. Her yek ji wan têra heta 100 hezar ton tov dike. Armanc jî sivikkirina zextê li ser embargehên Reqayê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser sala borî nêzî mîlyon û 300 hezar ton genim bi nirxê 43 sintan ji bo her kîloyekê, wergirt.

(mh)

ANHA