Çeteyên hikumetê Til Hedîd ê Siwêdayê topbaran kir

Çeteyên hikumeta demkî nuqteyên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi çekên giran tobparan kirin, parêzvanan bersiv da û zirarên mezin gihandin wan.

Çeteyên hikumetê Til Hedîd ê Siwêdayê topbaran kir
23 ÇILE, 2026   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi çekên giran û navîn nuqteyên bicihbûnê yên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên meydanî, li hember vê binpêkirinê Parêzvanên Niştîmanî bersiv da jêdera êrişan, di encamê de pevçûn çêbûn û zirarên mezin gihandina cebilxane û çeteyan.

(fr)