Wezareta Derve ya Swîsre: Divê rêz li hiqûqa mirovî were girtin

Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ku têkildarî êrişên li ser Rojava daxuyanî da, diyar kir ku ew ji rewşa mirovî ya li herêmê bi fikar in û bang li hemû aliyan kir ku rêzê li hiqûqa mirovî ya navneteweyî bigrin.

Wezareta Derve ya Swîsre: Divê rêz li hiqûqa mirovî were girtin
23 ÇILE, 2026   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Swîsreyê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirkiyeyê li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî da. Di daxuyaniya nivîskî ku ji aliyê Wezareta Karên Derve (MFA) ve hate dayîn de, hat diyarkirin ku ew ji rewşa mirovî ya li herêmê bi fikar in û bang li hemû aliyan kir ku rêzê li hiqûqa mirovî ya navneteweyî bigrin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dijîtal a Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê hat weşandin de wiha hate gotin, “Swîsre, ji ber rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar e. Divê rêz li agirbestê bê girtin û hemû sivîl werin parastin. Swîsreyê bang li hemû aliyan dike ku rêzê li hiqûqa mirovî ya navneteweyî bigirin. Swîsreyê alîkariya mirovî dide Sûriyeyiyên ku ji pevçûnan bandor bûne.”