Hêzên Îsraîlê bi tangan derbasî Derayê bû

Hêzên Îsraîlê bi tangan derbasî gundewarên rojavayê Derayê bû û başûrê Quneytrayê topbaran kir.

Hêzên Îsraîlê bi tangan derbasî Derayê bû
15 mijdar, 2026   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku îro (yekşem) 3`ê tangên hêzên Îsraîlê di Deriyê Ebû El Xîsar re derbasî Wadî El Reqad yê rojavayê Derayê bû.

Heman çavkaniyan got yek ji wan tangan erdê çandiniyê yê li Wadî bi çekên giran gulebaran kiriye. Her wiha bombeyên ronîkirinê teqandine. Lê der barê ziyanan de tu agahî nehat wergirtin.

Her wiha duh bi şev (şemî) hêzên Îsraîlê bi çekên giran erdên çandiniyê yên gundê El Esbeh ku dikeve başûrê Quneytrayê topbaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên Îsraîlê ji destpêka sala 2026`an ve 118 caran xaka Sûriyeyê kiriye hedef. Derbe li 13 cihên wekî depoyên çekan û cebilxeneyê, navend û wesayetan xistiye û hin ji wan îmha kiriye.

(np)

ANHA