Çeteyên El Emşat Li Efrînê Çalak Dibin

Li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, çeteyên El Emşat ên ku digot tevlî artêşa giştî bûne li Efrînê dîsa çalak bûne.

Çeteyên El Emşat Li Efrînê Çalak Dibin
25 hezîran, 2025   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Lekolin.org bidest xistine, bi destpêkirina demsala zeytûnan re, di 11’ê Hezîrana 2025’an de, koma çeteyên El Emşat ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker e, li navçeya Şiyê ya Efrînê 3 navendên xwe dîsa çalak kirine. Tê zanîn ku çeteyên El Emşat navendeke ku berê Posta Telefonê bû û kirine qerekola leşkerî, ligel navenda ewlehiyê û navenda îstîxbaratê ya li derdora wê, dîsa çalak kirine.

ZEYTÛNÊN GEL TÊN DESTSERKIRIN

Koma çeteyên El Emşat ku di bin serokatiya Mihemed El Casim Ebû Emşa de li navçeya Şiyê hebûna xwe didomîne, li hemberî gelê herêmê talan, dizî, revandin û îşkenceyên nemirovane didomîne, di heman demê de zeytûnên gel jî bi zorê têne desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmê bidest xistine, zeytûnên gelê ku dest bi çinîna zeytûnan kirine, bi zorê têne desteserkirin û li navendên ku dîsa hatine çalakkirin têne komkirin.

Wekî tê zanîn, ji 20’ê Çileya 2018’an ve Efrîn ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, bi destê çeteyan qetlîam, talan, revandin û îşkenceyên nemirovane gihîştine lûtkeyê. Her sal bi destpêkirina demsala zeytûnan re, milkên gelê herêmê têne desteserkirin.

Di rapora Komîsyona Lêkolîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyê ya Neteweyên Yekbûyî (BM) ku di sala 2020’an de hate weşandin, hatiye belge kirin ku li Sûriyê, bi taybetî li herêmên wekî Efrînê ku Kurd bi lê dijîn, koma çeteyên di bin fermandariya Ebû Emşa de talan, dizî, destavêtin, revandin û hwd. sûcên şer encam dane. Tevî vê yekê, koma çeteyên ku di nav HTŞ’ê de hebûna xwe didomîne, sûcên şer ên nû li yên berê zêde dike.