Çeteyên dewleta Tirk tîma tamîrkirina stasyona Şiyûxa Jorîn hedef girt

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Şiyûxa Jorîn dema tîma tamîrkirinê ya Gerînendetiya Avê ya kantona Firatê karê tamîrkirina stasyonê dikir, hedef girt.

Çeteyên dewleta Tirk tîma tamîrkirina stasyona Şiyûxa Jorîn hedef girt
Çeteyên dewleta Tirk tîma tamîrkirina stasyona Şiyûxa Jorîn hedef girt
Çeteyên dewleta Tirk tîma tamîrkirina stasyona Şiyûxa Jorîn hedef girt
13 gulan, 2025   17:32
KOBANÊ

Nûçegihana me ji bajarê Kobanê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Şiyûxa Jorîn, dema tîma tamîrkirin û sererastkirinê ya Gerînendetiya Avê ya kantona Firatê stasyon tamîr dikir hedef girt. 

Nûçegihan aşkera kir ku çeteyan bi çekên navîn tîm hedef girt, lê tu agahiyên berfirehtir zelal nekirin.

Balafirên Şer ên dewleta Tirk a dagirker di 2'yê Sibata borî de heman stasyona ku avê ji bajarê Kobanê û gundewarê wî re peyda dike, bombebaran kiribû. Di encamê de stasyon bi temamî rawestiya û nêzî 200 hezar welatî bê ava vexwarinê man.

Berî çend rojan Gerînendetiya Avê ya kantonê dest bi tamîrkirina stasyonê kiribû, ku ji nû ve bikeve xizmetê.

(mh/fr)