2 dewreyên şervanên Cebhet El Ekrad der çûn

Hêzên Cebhet El Ekrad ên girêdayî QSD’ê di merasîma derçûna du dewreyên şervanên xwe de soza parastina xakê û tevahî pêkhateyan û şopandina rêça şehîdan nû kir.

13 gulan, 2025   17:24
TEBQA

Hêzên Cebhet El Ekrad ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) merasîma derçûna du dewreyên şehîd Arif Eto û Brûsk Ebû Cerah organîze kir. Di merasîma li Akademiya Şehîd Elaa Cebo li dar ketiye de malbatên şehîdan, xelkî Şehba û Efrîn û Tebqayê, Meclisa Leşkerî ya Tebqa, malbatên şervanan amade bûn.

Di dewreya Şehîd Eto de 30 şervan û di dewreya Şehîd Birûsk Ebû Cerah de 40 şervan beşdar bûn. Dewre 45 rojan bi standina perwerdeyên fikrî, leşkerî û taktîkên taybet bi serdegirtinê dewam kir.

Her wiha şervanan turaneke leşkerî pêşkêş kir û sonda parastina welat ji dagirkerî û terorê û parastina aştî û ewlehiya welatiyan bi hemû pêkhateyan, xwar.

Dûre Fermandarê Giştî yê Cebhet El Ekrad Heval Elî derçûn li şervanan pîroz kir û got: "Hêzên Cebhet El Ekrad ji bo parastina welat û rûmeta xelkê wî çek hilgirt. Parastina xelkê me şerefa me ye û em ê her li ser şopên şehîdên xwe bin ku di oxira aştiya welat de canê xwe da."

Piştre şervanan, malbatên wan û beşdaran dîlan gerandin.

(fr)

ANHA