Çeteyên dewleta Tirk îşkence li astengdarekî kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li seranserî herêmên dagirkirî sucên li dijî nirxên mirovahiyê wekî destdirêjî, talanî, îşkence, revandin û diziyê didomînin. Li gundekî Helebê çeteyan îşkence li astengdarekî kiriye.

Çeteyên dewleta Tirk îşkence li astengdarekî kir
3 ÇILE, 2025   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê (2’yê Çileya 2025’an) li gundekî Helebê şêniyê bi navê Mehmûd Feysel ku astengdar e ji aliyê çeteyên Ceyş El Watanî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve îşkence hatiye kirin. Wek ku di dîmenê de jî xuya dibe çeteyan bi awayekî hovane îşkence li Mehmûdê astengdar dikin.

Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê li seranserî herêmên dagirkirî sûcên li dijî nirxên mirovahiyê didomînin. Destdirêjî, talanî, îşkence, revandin û dizî hemwextî bêdengiya raya giştî bûne rûtîn û jiyana welatiyan dike dojeh.

Rêxistina Astengdaran Nûdem têkildarî mijarê daxuyanî da û bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan kir ku li dijî van êrişên li dijî nirxên mirovahiyê bertek nîşan bidin û ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têkoşîna hesabpirsînê li her qadê bilind bikin.

(şx)