Çeteyên dewleta Tirk agir bi zeviyên çandiniyê xistin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nêzî eniyên şer li gundewarên Zirganê ya dagirkirî agir bi zeviyên çandiniyê xistin.

Çeteyên dewleta Tirk agir bi zeviyên çandiniyê xistin
9 gulan, 2024   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên rojavayê navçeya Zirganê agir bi zeviyên çandiniyê yên di bin kontrola dagirkeriyê de xistin.

Li gorî agahiyan, rûbera agir fireh bû û ber gundê Mihermelê de hat. Tîmên agirkujî û awarte ji bo vemirandin û parastina çandiniyê di nava amadekariyê de ne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li nêzî eniyên şer ên bi ser herêmên dagirkirî ve giya, daristan û zeviyên çandiniyê dişewitînin.

Li aliyekî din jî di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li gundên kantona Minbicê de di 7ˊê Gulanê de agir bi zeviyên gundê Korhiyok ket.

Li Şehba jî ji ber topbarana dagirkeriyê zeviyên li gundê Um Hoş şewitîn.

(fr)