Şêniyên Dêrazorê biryara desthilata Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Şêniyên kantona Dêrazorê biryara dawîn a desthilata Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir û bêdengiya hêz û rêxistinên mirovî şermezar kir.

Şêniyên Dêrazorê biryara desthilata Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Dêrazorê biryara desthilata Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Dêrazorê biryara desthilata Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Dêrazorê biryara desthilata Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
Şêniyên Dêrazorê biryara desthilata Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
9 gulan, 2024   16:32
DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li kantona Dêrazorê ji bo şermezarkirina biryara dawîn a desthilata Tirk ku hevdîtina parêzer û malbatê bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 3 mehan qedexe kir, meşek li dar xist.

Desthilata Tirk 7`ê Gulanê bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hevdîtina bi parêzer û malbatê re li Rêber Adullah Ocalan heta 3 mehan qedexe kir.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Herêma Xerbî ya bajarokê El Kesra yê kantona Dêrazorê dest pê kir. Bi dehan şênî, endamên tevgerê, partî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û rûspiyên kantonê tev li wê bûn.

Meş li Çerxerêya El Belde rawestiya. Li wir Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê daxuyaniyek da ku endama wê Rewda El Salih xwend.

Di daxuyaniyê de zîhniyeta dewleta Tirk a înkarkirina civakan û çandan û yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de biryara desthilata Tirk wek sûcekî li dijî mirovahiyê hate binavkirin û bêdengiya hêz û rêxistinên mirovî hate şermezarkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku şêniyên kantonê û ciwanên wê di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi israr in.

(şx)

ANHA