Şehîd Xalid El Hisên hat oxirkirn

Bi beşdariya bi sedan kesî şervanê QSD’ê şehîd Xalid Cemal Hisên hat oxirkirin.

Şehîd Xalid El Hisên hat oxirkirn
Şehîd Xalid El Hisên hat oxirkirn
Şehîd Xalid El Hisên hat oxirkirn
Şehîd Xalid El Hisên hat oxirkirn
Şehîd Xalid El Hisên hat oxirkirn
22 tîrmeh 2024   14:35
HESEKÊ

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Xalid Cemal Hisên 20’ê vê mehê dema erka xwe bi cih dianî, li bajarê Amûdê şehîd bûbû.

Îro bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Dirbêsiyê şehîd Xalid Cemal El Hisên bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rusem Cûdî ya li gundê Berkevirê oxir kir.

Di merasîmê de ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Mehmûd axivî û bal kişand ser fedakariyên ku gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo yekitiya welat û parastina wê dane.

Berxwedan Mehmûd li ser navê Meclisa Leşkerî ya Amûdê soza domandina rêya şehîdan ta mîsogerkirina serkeftinê da.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mûsa El Becr jî di merasîmê axivî. El Becrî sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya Xalid Cemal Hisên hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Xalid tevî dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(mg/bb)

ANHA