Ala Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê hat hildan

Hate zanîn ku hêzên Îsraîlê ku derbasî gundewarê başûrê Quneytîrayê bûn, ala xwe li girê Ehmer Şerqî hilda.

Ala Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê hat hildan
7 ÇILE, 2026   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên xwecih, hêzên Îsraîlê derbasî gundên Rezaniye û Seyda Hanût ên başûrê Quneytîrayê bû û ala xwe li ser girê Ehmer Şerqî (Rojhilat) danî.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku beriya du rojan rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Îsraîlê li Parîsê civiyan. Li gorî daxuyaniya hevbeş a Îsraîlê, DYA û hikumeta demkî ku piştî civînê dan, Îsraîl û hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi çavdêriya DYA’yê li ser avakirina mekanîzmeyeke hevbeş ji bo pevguhertina agahiyên îstîxbaratî, kêmkirina rageşiya leşkerî, beşdariya dîplomatîk û bazirganiyê li hev kirin.

(b)