Çeteyan li Efrînê 2 kes revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagiker li bajarê Efrînê jinek û hevserê wê revandin û zêr û pereyên wan dizîn.

Çeteyan li Efrînê 2 kes revandin
12 cotmeh, 2025   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê dewam dikin. 

Li gorî agaiyan, duh êvarê komeke çereyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Rotenlî yê girêdayî bajarê Mobatayê girtin ser mala şêniyê bi navê Sebrî Mecîd Nasan.

Çeteyan piştî ku zêr û pereyên malbatê dizîn, Sebrî Nasan û hevjîna wî Zeyneb revandin.

(k)