Şêniyên Helebê sersaxî ji malbatên 3 cangoriyan re xwest

Di merasîma seraxiyê yê şehîd Çîçek Efrîn, Nûrî Hemokan û Mazlûm Şêrawa soza parastina desteftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û xwedîderketina li şehîdan hat dayîn.

12 cotmeh, 2025   14:21
 HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Çîçek Efrîn (Nûr Mistefa), Nûrî Hemokan û gerîlayê HPG’ê Mazlûm Şêrawa (Mihemed Elî Nasro) merasîma sersaxiyê li dar xist.

Merasîm li Qada Şehîdan a beşa rojava yê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hat birêxistinkirin. Bi sedan şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî merasîmê bûn û sersaxî dan malbatên her sê şehîdan.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Kongra Star Rîhan Elo axivî û got ew xwedî li şehîdan derdikevin û dê destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin.

Rîhan Elo sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef di salvegera 6’an a şehadeta wê de bi bîr anî. Her wiha berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li hemberî êriş û dorpêçê silav kir.

Rîhan ta avakirina welatekî azad û demokratîk soza domandina rêya şehîdan da.

Endamê PYD’ê Elî El Şêx jî bal kişand ser êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û got, êriş planeke Tirkiyeyê ye. Elî El Şêx  îşaret bi berxwedana şêniyên her du taxan kir û got: "Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ketine rûpelên berxwedanê. Şêniyên her du taxan mînakên fedakarî û îradeyek xurt in."

Merasîm bi qebûlkirina taziyê bi dawî bû.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Çîçek Efrîn (Nûr Mistefa) 6’ê Cotmehê di bersivdayîna êrişê hêzên hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd bû, Nûrî Hemokan jî yê di heman berxwedanê de birîndar bibû û di 10’ê Cotmehê de şehîd bibû. Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Şêrawa (Mihemed Elî Nasro) 18’ê Îlona 2025’an li herêma Garê şehîd bibû.

(bb)

ANHA