Çeteyan li Dêr Hafirê li kargeha şekir û milkên şêniyan xistin

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Dêr Hafirê kargeha şekir û milkên şêniyan kirin hedef.

Çeteyan li Dêr Hafirê li kargeha şekir û milkên şêniyan xistin
15 ÇILE, 2026   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê şeva borî bi obîsan kargeha şekir a bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê topbaran kirin. Di encamê de zerarên madî yên mezin li kargehê bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecih, çeteyan mal û milkên şêniyan jî kirin hedef.

Heya niha nehatiye zanîn zerarên mirovî hene yan na.

(b)