Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Dirbêsiyê komkujiyên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.

Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan komkujiyên li Şêxmeqsûdê şermezar kirin
15 ÇILE, 2026   00:04
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê xwepêşandanek bi beşdariya dehan şêniyan û endamên saziyên sivîl ji bo şermezarkirina êriş û komkujiyên çeteyên hikumeta demkî li dijî taxên Helebê li dar xist.

Girse ji pêşiya avahiya tevgerê ber bi çerxerêya Şaredariya Gel ve ketin rê û diruşmên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûdê" berzkirin.

Li ber avahiya tevgerê, endama Yekitiya Jinên Ciwan Hêvîdar Celo êrişên hovane û komkujiyên çeteyên hikumeta demkî li dijî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.

Hêvîdar diyar kir ku berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrişkaran destaneke lehengiyê nivîsand.

Hêvîdar got ew ê li ser rêça şehîd Ziyad Heleb û tevahî şehîdên azadiyê bimeşin.

(fr)

ANHA