Çalakvanên greva birçîbûnê: Divê cîhan bêdeng nemîne

Çalakvanên greva birçîbûnê diyar kir ku wan li şûna tevahiya cîhanê şerê terorê kirin, lê cîhan li hemberî sûcên li dijî wan têne kirin, bêdeng e. Çalakvanan bang li cîhanê kir ku sûcan rawestîne û hesab ji berpirsên wan bixwaze.

Çalakvanên greva birçîbûnê: Divê cîhan bêdeng nemîne
15 ÇILE, 2026   09:14
HESEKÊ

Çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker wan perwerde dikin êrişên giran bire ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê û komkujiyên li ser esasê etnîkî pêk anîn. Di encama van gelek kes şehîd bûn û zêdetirî 120 hezar kes ji malên xwe bûn. Li hemberî van sûc û komkujiyan civaka navneteweyî bêdeng e.

 Ji bo şermezarkirina êriş û komkujiyên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê û bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî, bi dehan şêniyan duh li ber baregeha koalîsyonê ya li Qesrikê a gundewarên Til Beyderê ya Hesekê, konê çalakiya rûniştinê danî û dest bi greva birçîbûnê kir.

Ji çalakvanên greva birçîbûnê Ebdulbaqî Ebdurehman got: "Em li vir di greva birçîbûnê de ne da ku dengê me bighêje cîhanê û civaka navneteweyî. Ji 14 salan ve komkujî li dijî gelê me berdewam dikin. Çeteyên ku dewleta Tirk destekê dide wan şerê me dikin. Me di van şeran de bi hezaran şehîd dane. Ji hezarên salan ve em li ser erdê xwe, li gund û bajarên xwe dijîn. Rojekê jî me êrişî tu kesî nekiriye, lê em li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk a dagirker parastina xwe dikin."

Ebdulbaqî Ebdurehman bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişan jî û wiha domand: "Civata navneteweyî qaşo dibêje em dost û şirîkên we ne û ji we hez dikin, li hemberî sûcn li dijî me têne kirin bêdeng e. Me bi têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê cîhanê parast. Em ku ji neteweyên cuda pêk tê, têkoşîna aştî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de dikin. "

Ebdulbaqî Ebdurehman di dewama axaftina xwe de  îşaret bi sûcên ku li taxên Helebê hatine kirin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "We dît bê çawa xelkê direvînin û zarokan qetil dikin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Li pêşberî çavê civata navneteweyî komkujiyan li dijî Kurdan dikin, lê mixabin civata navneteweyî bêdeng e. Di dîrokê de jî komkujî li dijî Kurdan hatin kirin, gundên wan û mirov hatin şewitandin. Lê serê me hertimî bilind bû û me xwe parast. Parastin mafekî rewa ye. Em ji her kesî hez dikin û me rojekê jî ji kesekî nefret nekiriye."

Buşra El Kurdî jî beşdarî greva birçîbûnê ye bang li Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî komkujiyên li ser gel têne kirin biryareke rasteqîn bidin.

Buşra êriş û komkujiyên li taxên Helebê şermezar kirin  got: "Em dixwazin mafên xelkê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vegerînin. Me DAIŞ qewitand û ji bo mirovahiyê berdêl da, lê niha mafên me tên binpêkirin û hesab nayê pirsîn."

(b)

ANHA