Çeteyan agir bi zeviyan xist

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şewitandina zeviyên çandiniyê yên li rojavayê Zirganê didomînin. Hemwextî wê şêniyên herêmê û tîmên rewşên awarte ji bo mudaxeleyê seferber bûne.

Çeteyan agir bi zeviyan xist
24 gulan, 2024   14:50
HESEKÊ

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li rojavayê bajarê Zirganê bi cih bûne, agir bi zeviyên li Zigarê xist. 

Hêzên Parastina Civakî, şênî, tîmên agirkujiyê yên bajêr û gundên derdorê, seferber bûne da ku agir negihêje zeviyên din. 

Tîmên rewşên awarte ji aliyê çeteyên li rojavayê bajêr ve têne hedefgirtin, ji ber wê di karê xwe de zehmetiyan dikişînin.

(şx)

ANHA