Çeteyan 7 kes revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mabata yê Efrînê 7 Kurd revandin û ji bo her revandiyekî jî fidiyê ji malbatên wan dixwazin.

Çeteyan 7 kes revandin
30 îlon, 2024   14:19
HELEB

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên ’El Emşat’ ên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mabata yê Efrînê 7 Kurd revandin.

Li gorî rêxistinê, navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Îzet Bekir (45) Xebat Îzet Bekir (38), Beşar Zuhêr Hemade (25), Diyar Şêx, Basil Henan Çîçeko (26), Dilo Ehmed Mistefa (39) û Elî Mixtar (45).

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan ji bo her revandiyekî fidiye ji 300-500 dolarî ji malbatên wan xwestine.

(bb)