Şehîdên azadiyê li Amûdê hatin bibîranîn

Cangoriyên azadiyê yên mehên Tebax û Îlon li Amûdê hatin bi bîranîn.

30 îlon, 2024   14:04
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Amûdê ji bo 58 têkoşer û  şoreşgerên ku di mehên Tebax û Îlonê de şehîd bûne merasîmeke li dar xist.

Bîranîn li navenda PYD’ê bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên saziyên civak sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Asayîşê pêk hat. Li hola bîranînê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên 58 şehîdan, alên meclisên leşkerî, Asayîş û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Piştî deqeya rêzgirtinê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ehmed şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Bi saya şehîdan em li welatê xwe bi azad û ewle dijîn."

Mihemed Ehmed di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derheqê nirxên şehîdan de hat temaşkirin û dîmenek bi wêneyên şehîdan hat pêşandan.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA