Şehîdê HRE’yê Diyar Xerîb hat oxirkirin

Şervanê HRE’yê Diyar Xerîb (Karwan Hecî) ê 22’ê Îlonê li Efrînê şehîd bibû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin.

Şehîdê HRE’yê Diyar Xerîb hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar Xerîb hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar Xerîb hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar Xerîb hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar Xerîb hat oxirkirin
Şehîdê HRE’yê Diyar Xerîb hat oxirkirin
30 îlon, 2024   14:46
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Diyar Xerîb (Karwan Hecî)  ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li Dêrikê wergirt û ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrikê ve  bi rê ketin.

Li pakrewangehê merasîmeke hat lidarxistin. Di merasîma ku piştî deqeya rêzgirtin destpê kir de,  rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Koçerat Sabir Ciwêl axivî û got: "Şehadet jiyan e, rêya pêkanîna aştî, ewlehî û sepandina jiyana hevbeş e. Ewldanên Kurdistanê di têkoşîna fedaî ya ji bo rûmeta civaka xwe de pêşeng in."

Ji fermandarên QSD’ê Mihyedîn Xêrkê jî anî ziman ku berdêl çi dibe bila bibe ew timî amade ne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û planên dewleta Tirk a dagirker vala derxin.

Xêrikê bi domdarî got: "Divê em hesab ji kesên xiyanetê li xwîna şehîdan dikin û ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker kar dikin û dibin sedema şehadeta hevreyên me bipirsin. Em ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker bibin mertalên xurt û planên wê yên li ser gelê me têk bibin."

Rêvebera rêxistina Kongra Star a Dêrikê Wefa Sabir got, dê têkoşîna li ser xeta şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Diyar Xerîb hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

Şervanê HRE’yê Diyar Xerîb (Karwan Hacî) ê ji xelkê bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ye di 22’yê Îlona 2024’an de li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

(bb)

ANHA