Çeteyan 2 kes revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî Ezazê 2 kes revandin.

 Çeteyan 2 kes revandin
4 cotmeh, 2024   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê parve kirine, çeteyên ‘Cebha El Şamiye’ li gunekî Ezazê welatiyên bi navê Ebdullah Hisên Elî û Xezan Mihemed Esakire revandin û hezar û 500 lîreyên tirkî ji her yekî standin.

Li gorî rêxistinê, her du welatî ji bajarê Derayê ne, li Xaçerêya gundê Sico yê bajarê Ezazê hatine revandin.

Rêxistinê diyar kir ku desthilata Tirk roja sêşemê (1 Cotmeh) her du şênî tevî 14 kesên din bi darê zorê ji Tirkiyeyê derxistin û ber bi deriyê sînor ê Bab Selame ve bi rê xistin.

(bb)