Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Lubnanê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqcî serdana paytexta Lubnan Beyrûtê kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Lubnanê ye
4 cotmeh, 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa National Newos (NNA) ya Lubnanê ragihand ku wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqcî li Lubnanê ye.

 Hate zanîn ku Eraqcî li balafirgeha navneteweyî ya Refîq El Herîrî hat pêşwazîkirin.

Li gorî heman ajansê, wezîrê Karên Derve yê Îranê wê li Eyn Tînayê bi serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî re û li avahiya hikumetê jî  wê bi serokê hikumeta demkî Necîb Mîqatî re hevdîtinê bike.

Serdana wezîrê Îranê ya li Lubnanê hemwextî dijwariya şerê Îsraîl û Hemasê hatiye kirin.

(bb)