Rojnameyên erebî: Enqereyê çavê xwe berdaye petrol û gaza Somaliyê

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de şerê Îsraîl û Hizbullahê û timayên Enqereyê yên li Somaliyê, her wiha tevkariya leşkerî ya di navbera Îran û Rûsyayê de nirxandin.

Rojnameyên erebî: Enqereyê çavê xwe berdaye petrol û gaza Somaliyê
4 cotmeh 2024   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî şerê Îsraîl û Hizbullahê nûçeyek bi sernavê “Ji pisporên amerîkî hişyarî: dawiyeke zelal a şerê li Lubnanê nîn e” weşand. 

Li gorî rojnameyê, tevî ku Îsraîl li xwe mikur hatiye ku di şerê ewilî yê rasterast ê li dijî Hizbullahê yê li başûrê Lubnanê de 10 leşkerên wê hatine kuştin û hejmarek leşkerên din birîndar bûne, lê medyaya DYA’yê destnîşan dike ku dibe hejmar jê zêdetir bin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku rayedarên leşkerî yên Îsraîlê ji bersiva Hizbullahê şok man û wiha hate gotin: "Vê jî hişt ku pisporên amerîkî vê pirsê bikin; eger Îsraîl rû bi rûyê bersivên zêdetir were dê çawa serkeftinên xwe yên leşkerî veguherîne çareseriyên dîplomatîk ên demdirêj?"

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Tevî ku rayedarên leşkerî yên DYA’yê tu daxuyaniyên fermî nedane, lê medyaya amerîkî ku agahiyên xwe ji çavkaniyên leşkerî girtine, dibêjin şerê ku roja çarşemê rû daye, têrê nake ku plana Îsraîlê ya vegerandina niştecihên herêma bakur li ser sînorê bi Lubnanê re û hilweşandina binesaziya Hizbullahê li ber çavan were girtin. Li gorî îsraîliyan ji bo ev plan pêk were pêwîstî bi êrişên zêdetir heye û divê gundên sînor werin valakirin da ku ji çekdarên Hizbullahê yên ku lê asê bûne, werin cudakirin."

Rojnameyê cih da rapora rojnameya New York Times jî û ev tişt diyar kir: "Pisporan diyar kir ku dawiya lîstoka Îsraîlê ne diyar e. Hîleya wê jî ew e ku beriya her gavekê diavêje anku dema rewş bikeve rêya şaş, li rêya xilasiya digire."

‘LI PEY HEBÛNA TIRKAN A LI SOMALIYÊ: PÊŞÎ PETROL, PIŞTRE CIHÊ WÊ YÊ STRATEJÎK’

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser timayên Enqereyê yên li Somaliyê. Rojnameyê diyar kir ku petrol û gaza li peravên Somaliyê timayeke sereke ya Enqereyê ye. Hat gotin Enqere her wiha çavê xwe berdayê ku cihê xwe li Kendava Eden û Tengava Bab Mendibê çêke da ku korîdora ber bi rojhilatê Afrîkayê ve mîsoger bike.

Rojnameyê bi bîr xist ku Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê roja Pêncşemê ragihandibû ku keştiya lêkolînê ya Tirkiyeyê dê di dawiya Cotmehê de bigihêje peravên Somaliyê da ku dest bi lêgerîna li petrol û gaza xwezayê bike. Li gorî rojanemyê, wezareta navborî daxuyandibû ku lêgerîn piştî peymana di navbera her du welatan a di warê enerjiyê de tê kirin.

Rojnameyê diyar kir ku "Tirk hebûna xwe li Somaliyê girîng dibînin, ji ber heman armancê na, lê wekî rêya ketina rojhilatê Afrîkayayê û pêkanîna projeyan li wir dibînin. Di heman demê de ji bo ku derbasî bazara Etiyopyayê û Addis Ababayê bibe ku bûye navenda razemeniya bazirganiya herêmê, bi taybetî li gel welatên Kendavê bibe û sûdê ji van bazaran bigire."

Rojnameyê bi bîr xist ku Enqere ji salan ve sûdê ji rewşa Somaliyê digire û desteka ewlehî, leşkerî û aborî pêşkêşî Mogadîşûyê dike da ku dest deyne ser petrola Somaliyê.

‘GELO ÎRAN DIKARE DI ŞERÊ XWE YÊ LI DIJÎ ÎSRAÎLÊ DE PIŞTA XWE BIDE RÛSYAYÊ’

Tora BBC li ser tevkariya leşkerî ya teknîk a di navbera Tehran û Moskovê de nivîsî. Di nivîsê de hate diyarkirin ku ev tevkarî bi şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê û êrişên Îranê yên li dijî Îsraîlê  ku dibe di siberojê de berfirehtir bibin ve girêdayî ye.

Li gorî BBC’yê, Îranê balafirên bêmirov ên biçek dane Rûsyayê ku di şerê xwe yê li dijî Ukraynayê bi kar tîne. Her wiha hate diyarkirin ku Rûsyayê çekên biçûk jî ji Îranê xwestibûn û Îranê radestî wê kirin.

Di nivîsê de hate destnîşankirin ku dibe Rûsya balafirên Sukhoi-35 û moşekên Bantasir-S1 bifiroşe Îranê ku di şerê li dijî Îsraîlê de bi kar bîne.

Hate diyarkirin ku dibe ku tevkariya leşkerî ya teknîkî ya di navbera her du Rûsya û Îranê bandorê li rewşa herêmê bike û hate gotin: "Ev tevkarî dê bandorê li berjewendiyên Îsraîlê bike. Tê zanîn ku têkiliyên Rûsya û Îsraîlê her çi qasî têrker nebin jî ne aloz in."

(bb)