Çete ketin kemîna şervanan: 5 wesayît hatin ruxandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku hewldan berê xwe bidin Qereqozaxê, ketin kemîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê. Çeteyên ku gelek windahî dan, paşve vegeriyan.

Çete ketin kemîna şervanan: 5 wesayît hatin ruxandin
9 kanûn, 2024   15:58
MINBIC

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî hatine girtin, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, hewl dan berê xwe bidin Qereqozaxê û ketin kemîna şervanan. 

Komên çeteyan gelek windahî dan û xwe paş ve kişandin. 

Hemwextî vê hewldanê çeteyan xwestin bikevin bendava Tişrînê jî. Lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Sirînê li vir jî bersivên tund dan û 5 wesayîtên çeteyan rûxandin, gelek ji wan jî kuştin. 

Li herdu herêmên ku hewldanên çeteyan berdewam dikin de, pevçûnên dijwar diqewimin.