Rewşa welatiyên li ser rêya Zirganê birîndar bûne giran e

Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê aşkera kir ku rewşa welatiyên di êrişa li dijî erebeyekê li ser rêya Zirganê û Dirbêsiyê de birîndar bûne giran e.

Rewşa welatiyên li ser rêya Zirganê birîndar bûne giran e
9 kanûn, 2024   16:00
HESEKÊ

Balafirên bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke welatiyan di navbera gundên Şora Rojhilat û Şoreşa Rojava de li ser rêya Zirgan û Dirbêsiyê hedef girt, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Çavkanî got birîndar rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê û yên din jî rakirin nexweşxaneyên li Dirbêsiyê.

Li gorî çavkaniyên tibî, rewşa 2 birîndaran giran e, ji ber yek di piştê de û ya din jî di serî de birîndar bûye.

(fr)

ANHA