Çete bi dronan êrişî girtîgeha Eqtanê ya DAIŞˊê dikin

Çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker bi dronan êrişî girtîgeha Eqtanê ya Reqayê dikin, heya niha 5 caran êriş çêbûne.

Çete bi dronan êrişî girtîgeha Eqtanê ya DAIŞˊê dikin
20 ÇILE, 2026   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker bi dronan êrişî girtîgeha Eqtanê ya bajarê Reqayê ya ku tê de çeteyên DAIŞˊê hene dikin.

Çavkaniyan da zanîn ku heya niha çeteyan 5 caran bi dronan êriş kirine. Bi vê yekê hewl didin bikevin girtîgehê û çeteyan derxin.

Di encama van êrişên berdewam de şervanek birîndar bû.

(fr)