Îsraîlê karê rêxistinên mirovî li Xezayê rawestand

Îsraîlê ragihand ku ew ê di destpêka 2026ˊan de karê rêxistinên mirovî yên li Şerîda Xezayê dixebitin rawestîne.

Îsraîlê karê rêxistinên mirovî li Xezayê rawestand
30 kanûn, 2025   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê diyar kir ku ew ê karê gelek rêxistinên mirovî yên li Şerîda Xezayê dixebitin, weke "Rêxistina Bijîşkên Sînornenas" rawestîne. Ji ber ku van rêxistinan van rêxistinan "şertên wê yên nû yên der barê parvekirina agahiyan de pêk neanîne."

Wezareta Karûbarên Penaberên Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rêxistinên ku dê xebatên wan ji 1ˊê Çileyê ve bên qedexekirin, şertên wê yên nû yên têkildarî parvekirina agahiyan li ser karmend, veberhênan û xebatan bi cih neanîne.

Wezaretê "Rêxistina Bijîşkên Sînornenas" bi zelalkirina rola hin karmendên wê tawanbar kir. Îsraîlê ew karmend bi tevkariya bi Tevgera Hemasê û komên çekdar ên dîtir re tawanbar kir.

(ac/fr)

ANHA