Cenazeyê şehîd Şahîn Şehba hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG ′yê Şahîn Şehba li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê hate veşartin.

26 cotmeh, 2023   18:37
ŞEHBA

Şervanê Yekîneyê Parastina Gel (YPG) Şahîn Şehba (Mihemed Enco) dema ku li ser erka xwe bû di 23`yê mehê de şehîd bû. Cenazeyê wî îro bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê hate veşartin.

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Şahîn Şehba ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê wergirt û ber bi goristanê ve bi rê ketin.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîc Elo sersaxî da malbata şehîd û tevahiya şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê û bal kişand ser fedakariya şehîdan di oxira parastina ewlehiya herêmê de nîşan dane. Her wiha Xedîce diyar kir ku dê hevrê û malbatên şehîdan têkoşîna wan bidomînin.

Ji fermandarên hêzên Leşkerî yên kantona Efrîn û Şehba Ararat Arêf sersaxî da malbata şehîd û tevahî gelê kurd û wiha got: "Bi saya şehîdan em gihiştin roja îro, bi saya berxwedana gel ev şoreş gihiştiye serkeftinê. Dewleta Tirk û çetêyên wê dizanin ku berxwedana me têk naçe, ji ber vê jî her tim êriş ser hêrêmê dikin. Em careke din soza xwe nû dikin ku em ê li ser riya şehîdan bimeşin."

Piştre, endamê Meclisa kantona Efrîn û Şehba Zuhêr El Helebî axivî û wiha got: “Parastina destkeftiyên şehîdan, erka pêşîn a têkoşîna me ya domdar e. Em amade ne di oxirê parastina projeya xwe ya li ser hezkirin, aştî û biratiyê ava bûye de, canê xwe feda bikin.”

 Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Şahîn Şehba hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd bi siloganên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hat veşartin.

(zş)

ANHA