Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû: Têkoşîna li ser xeta Rêbertî berdewam e

Çalakiya greva birçîbûnê ya şêniyên Girkê Legê ya li dijî tecrîdê di roja duyemîn de bi dawî bû. Beşdarên çalakiyê got: "Em ê tovên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nav zarokên xwe de biçînin da ku bi avakirina welatekî azad û demokratîk berhem bide."

Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû: Têkoşîna li ser xeta Rêbertî berdewam e
Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû: Têkoşîna li ser xeta Rêbertî berdewam e
Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû: Têkoşîna li ser xeta Rêbertî berdewam e
Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû: Têkoşîna li ser xeta Rêbertî berdewam e
Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû: Têkoşîna li ser xeta Rêbertî berdewam e
Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû: Têkoşîna li ser xeta Rêbertî berdewam e
Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû: Têkoşîna li ser xeta Rêbertî berdewam e
Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû: Têkoşîna li ser xeta Rêbertî berdewam e
Greva birçîbûnê ya li Girkê Legê bi dawî bû: Têkoşîna li ser xeta Rêbertî berdewam e
13 kanûn, 2023   19:02
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê bi dirûşma "Em berxwedana girtiyan silav dikin û bi rih û nirxên şehîdan Rêbertiya xwe azad bikin"  çalakiyên xwe yên bi dawaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî yên di girîgehên dewleta Tirk de  didomînin. Di vê çarçoveyê de li Dêrikê piştre li Girkê Legê çalakiyên grevên birçîbûnê hatin lidarxistin. Çalakiya li Girkê Legê îro di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.

Konê çalakiyê li ber avahiya Rêveberiya Dibistanan a navçeyê hat vedan û 100 welatî tev li bûn. Her wiha endamên saziyên sivî, meclis û şêniyên ji bajarokê Rimêlan û nûnerên partiyên siyasî jî beşdar bûn.

Çalakiya roja duyemîn a dawî bi axaftina endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Xeznê Temo dest pê kir. Xeznê got, baweriya wan a bi ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan mutleq e.

Xeznê destnîşan kir ku siyasetên tecrîd û qirkirinê wan ji xeta têkoşînê dûr naxe û wiha got: "Em ê tovên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nav zarokên xwe de biçînin heta ku bi avakirina welatekî azad û demokratîk berhem bide."

Nûnera Partiya Rêkefetin a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Canda Xelef bi navê partiyên beşdar (Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd, Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Muhafizkarên Demokratîk) axivî. Canda piştgirtiya xwe bi çalakiyên bi dawaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got, azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya pêkanînê aştiyê li Rojhilata Navîn e.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê lêkolîner Biradost Mîtanî bal kişand ser têkoşîna li hemberî hêzên dagirker û got: "Eger bi pênûs be an jî bi çekê be têkoşîn li ser me ferzek e; ji ber ku hêzên dagirker azadiya vî gelî qebûl nakin. Divê em têkoşîna li ser xeta Rêbertiyê dewam bikin heta azadiya wî bi dest bixin."

Endama Kongra Star Fatma Remedan jî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan jin ji tarîtiya pergala baviksalar rizgar kir, lew ra jin xwedî li felsefeya wî derketine û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşin.

Piştre sînevîzyonek li ser qonaxên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

Çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Endamê PYD′ê Fener Silêman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Êrişên qirkirinê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan me ji têkoşîn û berxwedanê dûr naxe; ji ber ku Rêbertî nûnertiya tevahî gelan û dozên wan dike û ji bo pêkanîna edaletê tê dikoşe.′′

 Di daxuyaniyê de, di serî de CPT′yê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin. Her wiha hate gotin: "Ji ber baweriya me ya kûr bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan,  em diyar dikin ku dê têkoşîn û çalakiyên me ji her demê bêtir xurt bin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî û tevahî girtiyên di girîgehên dewleta Tirk a faşîst mîsoger bikin."

Li gorî Însiyatîfa Gel, çalakiya greva birçîbûnê wê sibe li navçeya Til Hemîsê dest pê bike û du rojan dewam bike.

(bb)

ANHA