Cenazeyê şehîd Agirî Til Temirê hate veşartin

Şêniyên Til Temirê, cenazeyê şervanê QSD`ê Agirî Til Temir li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir kir. Şêniyan di merasîmê de soz da ku li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Cenazeyê şehîd Agirî Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Agirî Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Agirî Til Temirê hate veşartin
9 mijdar, 2023   13:49
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Agirî Til Temir (Omer El Matar) li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir kir. 

Şehîd Agirî Til Temir 7`ê Mijdarê li navçeyê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bûbû.

Karwanê cenazeyê şehîd, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeya Til Temirê ber bi goristanê ve kete rê.

Li goristanê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Çinar Salih axivî û sersaxî da malbatên şehîd Agirî Til Temir.

Çinar wiha domand: “Piştî 13 salan têkoşîn û berxwedan di nava hêzên leşkerî de, şehîd Agirî Til Temir gihaşt asta şehadetê.”

Çinar soz da şehîdan ku gelê herêmê têkoşîn û berxwedanê li hember tevahî hewldanên li dijî vîna wî, tê bikoşin.

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ronat Tirbespiyê axivî û soz da ku têkoşîna şehîdan a li hember êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdewam bikin.

Dayîka şehîd Agirî Til Temir Fatme Awad got ew bi lehengiya kurê xwe û dilsoziya wî ji birayên xwe yên şehîd re serbilind e û got: “Agirî rêya birayên xwe yên şehîd Salih û Ridwan temam kir. Em amade ne fedakariyên din jî di oxira welêt de bidin.”

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de, girseya gel cenazeyê şehîd Agirî Til Temir spart axê.

(şx)

ANHA