Ji bo şehîd Herdem Çiya merasîma sersaxiyê

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Herdem Çiya de peyamên berxwedanê, tolhildan, hevgirtin û berdewamkirina têkoşîna şehîdan hatin dayîn.

9 mijdar, 2023   13:17
QAMIŞLO

Ji bo Şervanê Hêzên Komandos Herdem Çiya (Elî Zoro) ku 26`ê Cotmehê li Dêrazorê şehîd bibû û duh li Pakrewangeha Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hatibû oxirkirin, merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Herdem Çiya ya li taxa Erbewiyê ya li bajêr hat vedan. Di bin kon de wêneyên şehîd Herdem û yên Rêber Abdullah Ocalan hatibûn daliqandin.

Şêniyên Qamişlo, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdarî merasîma sersaxiyê bûn û sersaxî da malbata şehîd.

Piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihyedîn Hesen axivî. Hesen bal kişand ser planên dijberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Li hemberî van planan divê gel bi hevgirtin û parêzvaniya xwe xwedî li destkeftiyên ku bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin, derkevin. Dijwarbûna êrişên li ser herêmê isbat dike ku berxwedana gelan gelek qonax derbas kirine û gihaye asteke jê neveger. Çi kesê ku li ser axa welatê xwe maye wê li ser rêya şehîdên xwe bimeşe, şehîdên me rûmet û roniya çavê me ne.”

Dûra ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî axaftinek kir. Sofî got: “Wek ku Rêber Apo gotiye 'dijmin ti rê li ber me nehişt lewra me berê xwe da pêngavek nû', divê em di vê pêngavê de tola şehîdên xwe hilînin, em ji bo vê yekê soz didin.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Xêr Elîka jî axivî û bal kişand ser rol û hewildanên derxistina ftine û tevlîheviyê li Dêrazorê û wiha domand: “Bi van hewldanan dixwazin biratiya gelan ji holê rakin û Rêveberiya Xweser têk bibin. Bi hevgirtina xwe em ê sîstema neteweya demokratîk misoger bikin.”

Endama Kongra Star Meryem Omer jî axivî û destnîşan kir ku şehîd ne tenê yên malbatên xwe, lê belê yên şehîdên tevahî malbatan û gel in û got: “Em neviyên Şêx Seyîd û xwediyê xeta Tevgera Azadiyê ne, em tune nabin.”

Merasîmê sersaxiyê bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(sb/c)

ANHA