Cenazeyê Rojger Hêlîn li Hezexê hat oxirkirin

Gerîlaya Rojgêr Hêlîn ku di 23'yê Cotmehê li dijî TÛSAŞ’ê çalakî pêk anîn li Hezexê hate oxirkirin.

Cenazeyê Rojger Hêlîn li Hezexê hat oxirkirin
23 mijdar, 2024   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Cenazeyê Şehîd Rojger Hêlîn 31 roj piştî çalakiya TÛSAŞ’ê radestî malbata wî hate kirin. Malbatê cenaze wergirt û di saetên sibehê de anîn navçeya Hezex a Sirnexê.

Cenazeyê Rojger Hêlîn danê sibehê li Goristana Şêx Hesen a li navenda Hezexê hat oxirkirin.