Di êrişa Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê de 4 kes hatin kuştin

Droneke artêşa Îsraîlê li parêzgeha Quneytîra ya başûrê Sûriyeyê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê de 4 kes hatin kuştin
8 kanûn 2023   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişa drone Îsraîlê ya li bajarê Bassê yê parêzgeha Quneytîrayê ya li dijî erebeyekê de 4 kes hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê ′′X′′ ragihandibû ku Îsraîlê li herêma Cebel El Rûs a li ser sînorê Lubnanê şaneyeke çekdarî bi dronekê bombebaran kir.

Adraee got,  piştî moşek ber bi Colanê ve hatin avêtin, artêşa Îsraîlê di çend saetên dawîn de li Sûriyeyê hinek hedef  bombebaran kirin.

(bb)