Çekdaran bi ser gundekî rojavayê Humsê de girtin

Komeke çekdar ya eşîrên bedewî bi ser gundê El Hayik ê gundewarê Humsê de girtin û gefa kuştinê li şêniyên gund xwarin.

Çekdaran bi ser gundekî rojavayê Humsê de girtin
23 mijdar, 2025   19:54
HUMS

Nûçegihana me li Humsê ragihand ku komeke çekdar ya eşîrên bedewî bi ser gundê El Hayik ê gundewarê Humsê de girtin, ku şêniyên gund ji mezheba Şî`e ne, çekdaran bêserûber gule li kolanên gund barandin û gefa kuştinê li şêniyên gund xwarin.

Îro taxên bajarê Humsê yên ku Elweî lê dijî rastî êrişên çekdarî hatin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

(k)