Yekitiya Ragihandina Jinê xeta parastinê ya li hemberî tundiyê ye

Rojnamevanan destnîşan kir ku rola wan di belgekirina binpêkirinên li dijî jinan û aşkerakirina sûcdaran de, sereke ye û got Yekitiya Ragihandina Jinê ji bo jinan zemîneke qanûnî û rêxistinî ava kiriye da ku mafên rojnamevanan misoger bike û destkeftiyên şoreşê biparêze.

Yekitiya Ragihandina Jinê xeta parastinê ya li hemberî tundiyê ye
24 mijdar, 2025   05:15
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re li ser rola zimanê ragihandinê di guhartina hişmendiya mêrperest axivîn û bal kişand ser têkoşîna wan a li dijî tundiyê. Rojnamevanan girîngî bi zemînên qanûnî û rêxistinî ji bo misogerkirina mafên rojnamevanên jin da.

Endama Meclisa Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) Arîn Siwêd got ji bo pêşxistina jinan û domandona têkoşînê li dijî hişmendiya baviksalar wan gelek xebat kirine, ne tenê di kar de, her wiha di civak û jiyana rojane de jî.

Arîn Siwêd diyar kir ku konferansa 4'emîn a ragihandinê ya ku di 8'ê Mijdarê de li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, hin tedbîr û biryarên qanûnî û rêxistinî ji bo parastina rojnamevanên jin dan û got: "Ji bo hebûna jinan di ragihandinê de xurt be, divê zemîneke ewle hebe, ji ber wê em lîsteyên qanûnî pêş dixin, binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin dişopînin û mekanîzmayên gilî û destekdayînê çalak dikin.”

BELGEKIRINA TUNDIYÊ Û ROLA ROJNAMEVANAN

Arîn Siwêd diyar kir ku di belgekirina tundiya li ser jinan û aşkerekirina sûcdaran de, rojnamevanên jin berpirsiyar in û wiha domand: "Rola jinan di ragihandinê de êdî bûye roleke sereke bi taybetî ji bo avakirina civakeke zanatir ku bikare sedemên tundiyê ji holê rake. Saziyên ragihandinê jî perwerde û desteka pêwist ji bo rojnamevanên jin peyda dikin da ku bikarin hebûna xwe xurtir bikin û peyama xwe ji civakê û cîhanê re ragihînin."

DESTKEFTIYÊN RÊXISTINÎ Û QANÛNÎ

Yekitiya Ragihandina Jinê armancên xwe yên ku di konferansa 3'yemîn de ya 2020'an diyar kirine, pêk tîne, di serî de pênasekirina yekitiyê û avakirina têkilî û hevkariyê bi rojnamevanên jin ên seranserî herêmê re. Her wiha yekitiyê tedbîrên fermî yên ji bo fermîkirin û terxîsan jî temam kirin, ev jî hişt ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriydyê îtîrafeke fermî û qanûnî bi yekitiyê bike.

PARASTINA MAFÊN ROJNAMEVANAN

Arîn Siwêd got ku ev destkeftî berhema xebata qanûnî û rêxistinî ye, bi taybetî xebata Desteya Rêveber a yekitiyê ya ji bo serbixwebûna yekitiyê û misogerkirina mafên rojnamevanan.

Bi armanca misogerkirina mafên rojnamevanên kin, yekitî di civînên sererastkirina lîsteyên rêveberî yên qanûna ragihandinê de beşdar bû. Di encamê de yekitiyê bendeke nû li qanûnê zêde kir, ew jî wiha ye ku ruxseta kar ji her rojnamevanekî yan rojnamevanekê ku heqaretê li jinan dikin an jî li dijî têkoşîna wan disekinin.

Girêdayî wê, Arîn Siwêd diyar kir ku ev guhartina qanûnî gaveke girîng di parastina destkeftiyên şoreşa jinan de û misogerkirina zemîneke ewle ji jinan re bû.

ALÎKARIYA ROJNAMEVANÊN SAZIYÊN GIŞTÎ Û YÊN TAYBET

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Îbrahîm bal kişand ser rola rojnamevanan di aşkerekirina binpêkirinan de û got: "Dengê jinan di ragihandinê de zimanê tundiyê şikand û li hemberî wê belge û şahidî aşkere kirin. Îro jin ne tenê nûçeyan vediguhêze, her wiha ew civakê diparêze. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan roleke sereke di damezirandin û pêşxistina ragihandina serbixwe de lîst. Di destpêka damezirandina ragihandinê li herêmê de, jinan dest bi xwerêxistinkirinê kir.”

Evîn Îbrahîm da zanîn ku jin ne tenê di dezgehên ragihandinê yên taybet bi jinan de, her wiha ew di hemû saziyên ragihandinê yên giştî de ne.

Evîn Îbrahîm got ku ev rêxistinkirin naveroka ragihandinê ya li gorî rewşa jinan pêş dixe û balê dikişîne ser pirsgirêkên civakî û tundiya li ser jinan.

Der barê zehmetiyan de Evîn Îbrahîm got: "Di destpêka damezirandina saziyên ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jinan gelek zehmetî kişandin, civakê jin biçûk didîtin û di şiyana wan a xebata meydanî, hilgirtina kamereyê û şopandina nûçeyan li kolanan de, lewaz didîtin. Lê belê jinan ew nêrîna civakê têk bir û ew zehmetî derbas kir."

Evîn Îbrahîm diyar kir ku jin êdî di qadan de ji bo ragihandina bûyeran û bilindkirina dengê xwe û yê civakê tê dikoşin û got: "Ragihandin amûra xurtkirinê ye, em ê jî destekdayîna jinan bidomînin da ku di hemû saziyên ragihandinê de bibin xwedî derfetên berfirehtir."

(mh)

ANHA