Bi dîmen êrişa li dijî taxên sivîlan li Humsê

Çalakvanên medyaya dijîtal çend vîdeo parve kirin, tê de diyar dibe ku komên çekdar bi awayekî bêserûber guleyan li taxên sivîlan ên li Humsê dibarînin, her wiha dîmenên bi dehan zilamên ku bi çekên giran xwe ji bo êrişê amade dikin hate belavkirin.

Bi dîmen êrişa li dijî taxên sivîlan li Humsê
23 mijdar, 2025   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hin dîmen li ser medyaya dijîtal belav bûn tê de diyar dibe ku komên çekdar binpêkirinan li dijî taxên sivîlan ên li bajarê Humsê dikin. Yek ji dîmenan nîşan dide ku çekdar bi awayekî bêserûber guleyan li malên sivîlan li kolaneke li taxa El Muhacirîn dibarînin.

Di dîmenên din de bi dehan çekdar li Humsê kom bûne û amadekariyên êrişkirina taxên Elewiyan dikin.

Di heman çarçoveyê de, di dîmenekî de xuyan dike bi dehan otomobîl û motorsîklet ku bi çekên giran barkirî bûn derbasî taxên Humsê bûn.

Her wiha, di dîmenekî din jî diyar dibe ku malên sivîlan li taxa El Muhacirîn, têne şewtandin.

Hikûmeta veguhêz piştî êrişa çekdarî ya li ser taxên sivîlan di destpêka rojê de li Humsê qedexeya derketina derve ragihand.

(ac)

ANHA