Bandora berxwedana girtîgeha Amedê ya li ser jiyana Seîd Ehmed

Berxwedana şoreşgeran a girtîgeha Amedê ya di 1982'an de daxmayeke girîng di jiyana Seîd Ehmed Ebdî Emad de çêkir. Piştî ku baweriya Seîd bi PDK'ê têk diçe ew tev li têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê dibe.

Bandora berxwedana girtîgeha Amedê ya li ser jiyana Seîd Ehmed
21 sibat, 2024   02:41
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Seîd Ehmed Ebdî Emad li gundê Wadî Sûs (Besta Sûs) a herêma Koçerat a Dêrikê ya kantona Cizîrê ji dayik bûye.

Di salên 1970'î de Seîd wiha guman kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo doza Kurdî tê dikoşe û hewl dide dozê çareser bike.

Seîd bi şoreşa li dijî rejîma Iraqê ya di navbera salên 1961 û 1970'î de bandor bû.

Di wê demê de Îranê destek dida PDK'ê da ku şerê Iraqê bike. Dema ku Îran û Iraqê di 1975'an de peyman îmze kir, ji mercên peymanê ew bû ku Îran destekdayîna PDK'ê rawestîne. Wê demê Îranê ji PDK'ê xwest şerê xwe rawestîne û got ku eger ew şerê xwe bidomîne destekê nede wê. Li ser vê esasê PDKˊê careke din ˊAşbetalˊ îlan kir û wê li Başûrê Kurdistanê şikestineke mezin çêkir.

Bi deh hezaran Pêşmerge bi çek bûn lê ji ber ku PDKˊê destek wernedigirt ˊAşbetalˊ radigihand û terka welat dikir. Di wê demê de kesên piştgiriya wê dikir di bin rihma Iraqê de hişt. Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) di pirtûka xwe ya bi navê ˊDîroka Kurdistanêˊ de ev yek bi bîr xist.

AŞBETAL

Piştî wê baweriya Seîd bi PDK'ê têk diçe û li rêxistinekê ji bo rizgariya Kurdistanê tê bikoşe, digere.

Wê demê, di sala 1975'an de bingeha pêşîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û hin pêşengên din ên pêşîn ên Kurd û Tirk dest pê dikir. Di 27'ê Mijdara 1978'an de jî damezirandina PKK'ê hat ragihandin.

Di salên 1980'î de Seîd tev malbata xwe berê xwe dide Şamê. Wê demê wî guman kiribû ku doza Kurdî bi "Aşbetal" re bi dawî bû.

BERXWDANA 14'Ê TÎRMEHÊ

Lê belê tiştê ku nedihat bala Seîd qewimî. Berxwedana girtîgehê di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de dest pê dike û dîsa jî hêviyê di Seîd û Kurdên wekî wî de vedijîne.

Di wê berxwedanê de girevên birçîbûnê heta mirinê bi pêşengtiya Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmuş, Akif Yilmaz û Alî Çîçek hate ragihandin. Her wiha tê de çalakiya fedayî ya şehîd Mazlûm Doxan dema ku agir berda bedena xwe pêk hat. Vê berxwedanê hêviyên ku "Aşbetal" kuştibûn, vejandin.

ŞAM.. CIVÎNA YEKEMÎN

Di 1983'yan de Seîd li ser civîneke tevgera azadiya Kurdistanê li devera Dumer a Şamê agahiyan dibihîse û berê xwe dide wê civînê.

Seîd wiha got: "Dema ku ez ketim hola civînê min hest kir ku ez di têkoşîneke rastîn de me. Kadroyên civîn bi rê ve dibirin bi gotina Rêbertî (Kurdistan Mêtinger e) dest pê kir. Wê kêliyê min bawer kir ku ez bi rastî ketime têkoşîna rizgariya Kurdistanê û dê azadiya Kurdistanê tenê bi rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêk bê."

Seîd wiha dest bi xebata xwe ya rêxistinî ya tevgerê dike ku her kêliyek wî di nav çalakiyên tevgerê de dihişt girêdana wî ya bi Rêber Abdullah Ocalan û rêya şehîdan xurtir bibe.

Di 1990’î de xwişka Seîd, Fatme Emad bi navê Dîcle Dêrik tev li PKK’ê dibe. Piştre ew di 1992’yan de li herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê şehîd dibe.

Birayê wê Yûsif (Îsmaîl Zagros) rêya wê didomîne û di 1993’yan de tev li PKK’ê dibe. Ew di 1995’an de li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê şehîd dibe.

HEVDÎTINA BI RÊBERTÎ RE

Piştî salên xebata rêxistinî Seîd di 1991, 1994 û 1995ˊan de li Lubnan û Sûriyeyê Rêber Abdullah Ocalan dibîne.

Seîd, bavê şehîd Îsmaîl Zagros ê ku di berxwedana Kobanê sala 2014'an de şehîd bûye der barê wan deman de wiha got: "Ew demên herî xweş di jiyana min de bûn. Di her hevdîtineke bi Rêbertî re ez zêdetir bi wî û fikrên wî ve dihatim girêdan."

Seîd wiha domand: "Axaftina wî ne tenê li ser gelê Kurd lê belê li ser hemû gelên Rojhilata Navîn bû, bi taybetî gelên ku rastî qirkirin û bişaftinê tên ku çawa ew baweriya xwe bi xwe zêde bikin. Ev jî hişt ez bi fikrên Rêbertî bandor bibim. Cudatiya di navbera têkoşîna Rêbertî û tevgerên Kurdî yên din de ev e. Wan berjewendiyên malbatî û partîtî didan pêşiya azadiya gelan."

Seîd soza şopandina rêya Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

(mh)

ANHA