Yekitiya Werzîşê pergala ruxsetkirina kluban derxist

Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala ruxsetkirina klubên werzîşê derxist û komîteyên girêdayî wê ava kirin ku da daxwaznameyên ruxsetkirinê li kantonên Herêmê bişopînin.

Yekitiya Werzîşê pergala ruxsetkirina kluban derxist
16 nîsan, 2024   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Werzîşê ya Desteya Werzîş û Ciwanan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi komîteyên ruxsetkirina klubên werzîşê yên li kantonan re civînek li dar xist û pergala ruxsetkirina klubên werzîşê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxist.

Di civînê de yekitiyê komîteyên ji bo daxwaznameyên ruxsetkirina klubên werzîşê li kantonên Herêmê bişopînin hatin avakirin. Di her komîteyekê de 3 endam hene.

Di civînê de rêbaz û mekanîzmaya dayîna ruxsetê û şertên ruxsetkirinê ku werzîşê û werzîşvanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin birêxistinkirinê, hatin nîqaşkirin.

(fr)