Careke din rêya M4 ji xizmetê derket

Di vê hefteyê de ev cara duyemîn e ku rêya M4 ji ber bilindbûna rêjeya ava çemê Xabûrê û lehiyên li ser rê ji xizmetê derdikeve.

Careke din rêya M4 ji xizmetê derket
Careke din rêya M4 ji xizmetê derket
Careke din rêya M4 ji xizmetê derket
Careke din rêya M4 ji xizmetê derket
Careke din rêya M4 ji xizmetê derket
Careke din rêya M4 ji xizmetê derket
21 adar, 2026   17:47
HESEKÊ

Ji ber lehiyên çêbûne, di 18ˊê Adarê de, Şaredariya Gel a Bajarê Til Temirê dest bi xebatên sererastkirina rêya demkî ya li ser rêya M4 kiribû

Îro jî ji ber barana dijwar û bilindbûna rêjeya avê di çemê Xabûrê û lehiyên li ser rê de careke din rê ji xizmetê derket.

Rêya M4 ji girîngiyên rêyên stratejî li bakurê Sûriyeyê ye, hejmarek bajarên sereke weke Hesekê, Reqa, Kobanê û Minbicê heta bi Helebê bi hev ve girê dide, ji bo rêwitiyan û veguhastina kel û pelan di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên welat de tên bikaranîn.

Li Sûriyeyê ji hefteyekê ve ye baranên dijwar û lehî hene, bi wê re li nava bajaran golên avê çêbûn, lehî li hin çeman çêbûn û hin kamp di bin avê de man.

(fr)