Nekarîn berxwedanê bişikînin, bi bombebaranê xwestin welatiyan bidin revandin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi berxwedanek mezin êrişên komên çete yên dewleta Tirk a dagirker têk birin. Li bajarê ku berxwedan berdewam dike, ji ber bombebaranên balafirên dewleta dagirker ku avahiya rêveberiya xweser jî kir hedef, hinek welatî neçar man derkevin derveyî bajar.

Nekarîn berxwedanê bişikînin, bi bombebaranê xwestin welatiyan bidin revandin
8 kanûn, 2024   20:53
MINBIC

Ji roja ku komên dijberî rejîma Suriyeyê dest bi kontrolkirina Helebê (27 Mijdar) kir û li Suriyeyê belav bûn ve, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk jî êrişên xwe yên li ser Minbic û derdora wê zêdetir kirin. 

Di 2 rojên dawî de jî bi desteka balafirên bêmirov û biçek, her wiha balafirên şer ên dewleta Tirk ev êriş dijwartir bûn. Artêşa Tirk her wiha tang û topan êriş pêk anîn. Lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li hemberî van êrişên ku ji bakûr, rojava û başûrê bajar ve hatin kirin, berxwedanek gelekî mezin nîşan da û derbeyên giran li çeteyan xistin. Çeteyên ku gelek windahî dan, paşve vekişiyan.

XWESTIN TIRSÊ BELAV BIKIN

Îro jî (8 Kanûn 2024) çeteyan hewl dan êrişên xwê zedetir bikin û bikevin bajar. Lê dîsa li dîwarê berxwedanê yê şervanan hatin û têkçûn. Lewma dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û bi çek û balafirên şer vê carê êrişî navenda bajar û wargehên sivîl kirin. Di êrişan de gelek malên sivîlan ziyan dîtin. Her wiha avahiya Rêveberiya Xweser hat hedefgirtin. Lewma beşek welatiyên malên wan ziyan dîtine, neçar man ji bajar derkevin.

Li aliyê din şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê komên çete yên ketibûn hinek taxên bajar bi derbeyên giran têk birin. Li gundewarên bajar jî berxwedan berdewam dike.

(a)

ANHA