Li Ceremanayê banga hilweşandina ‘rejîma El Colanî’

Bi sedan şêniyên bajarê Ceremana bi xwepêşandanekê banga hilweşandina "rejîma El Colanî" kir û got divê hesab ji kesên sûc li dijî Durziyên li Siwêdayê kirine, were pirsîn.

Li Ceremanayê banga hilweşandina ‘rejîma El Colanî’
16 tîrmeh, 2025   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bersivdana sûcên li dijî xelkê Siwêdayê, şêniyên bajarê Ceremana yê Şamê derketin xwepêşandanê û banga hilweşandina "rejîma El Colanî" kir.

Xwepêşandêran dirûşmên şermezarkirina siyasetên hikumeta veguhêz berz kirin, banga rawestandin êrişan kir û got hesab ji kesên "destdirêjî li xelkê me yê Siwêdayê kirine bixwazin”.

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku bi sedan şêniyan ji tevahî taxên Ceremanayê daketin qadên giştî. Şahidan jî diyar kir ku li derdora bajêr rewşeke ewlehiyê ya awarte heye, lê tu rûbirûbûneke yekser heta vê kêliyê nehatine dîtin.

Li bajarên Ceremana û Sehnaya di dawiya Nîsanê de di navbera komên xwecih û hêzên hikumeta veguhêz de pevçûnên dijwar derketin, bi wê re gelek kuştî û birîndar çêbûn. Dûre jî serdegirtinên berfireh li malan û nuqteyên kombûnê hatin kirin.

(fr)