Cara 3’yan e hikumeta Şamê sotemeniyê biha dike

Hikumeta Şamê ji destpêka salê ve 3 caran buhayê sotemeniyê zêde kir.

Cara 3’yan e hikumeta Şamê sotemeniyê biha dike
19 sibat, 2024   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê lîtreya benzîna oktan 90 kir 10 hezar lîre û oktan 95 jî kir 14 hezar û 100 lîre. Lîtreya mazota serbest jî bû 12 hezar û 290 lîre. 

Li rex vê bihakirinê, Wezareta Kehrebeyê jî fatore xwe biha kirin.

Hikumeta Şamê biryarên xwe yên bihakirina madeyên xwarinê û petrolê didomîne. Welatî bi taybet li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de li hember van biryarên berdewam nerazî ne, ji ber ku bi bihakirina sotemeniyê re, buhayên madeyên din jî biha dibin.

(şx)