Çalakvana filistînî Sûad Ebdurehman piştgirî da YPJ'ê

Çalakvana filistînî Sûad Ebdurehman piştgiriya xwe bi YPJ'ê re anî ziman û got divê beşdariya wê wek beşek esasî di formuleke siberojê de were mîsogerkirin.

 Çalakvana filistînî Sûad Ebdurehman piştgirî da YPJ'ê
8 gulan, 2026   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana filistînî Sûad Ebdurehman piştgiriya xwe bi Yekîneyên Parastina (YPJ) re anî ziman.

Sûad Ebdurehman di peyama xwe ya piştgiriya YPJ'ê de dibêje: "Yekîneyên Parastina Jin rewşek leşkerî ya ji rêzê nîn e, lê belê modeleke pêşketî ya rola jinan di parastina civakê û rûmetê wê de pêşkêş dike."

Sûadê diyar kir ku jinên YPJ'yî îsbat kirin ku dikarin berpirsyariyê hilgirin û bi awayekî çalak nirxên mirovahiyê ji tundî û tundrawiyê biparêzin.

Çalakvana filistînî di peyamê de destnîşan kir ku paşguhkirina rola YPJ'ê yan jî biçûkxistina girîngiya wê di pêvajoya siyasî ya pêş de, bi xwe dûrxistina bê hincet a têkoşîna jinan û bedelên wan e. Her wiha da zanîn ku divê YPJ'ê wekî beşek sereke di her formuleke siberojê de were qebûlkirin û rêz ji taybetmendiyên wê wekî çarçoveyeke xweser were girtin ku îradeya jinan û vebijêrkên wê nîşan dide.

Sûad Ebdurehman bang li hêzên jinan û yên hiqûqî kir ku ji bo mîsogerkirina beşdariya jinan di pergala parastinê û avakirina biryarê de têkoşîna hevbeş bikin û got: “Ev yek mafekî rewa girêdayî rêgezên edalet û wekheviyê ye."

(bb)