Parêzeran erkdarkirina çete Ebû Şeqra şermezar kir

Yekitiya Parêzeran bi tundî biryara desthilata Şamê ya erkdarkirina çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra wek fermandar, şermezar kir û ev birayar wek "nerast û metirsîdar" bi nav kir.

Parêzeran erkdarkirina çete Ebû Şeqra şermezar kir
10 gulan, 2025   15:12
HESEKÊ

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî erkdarkirina çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra, ji aliyê rayedarên Şamê ve wek fermandarê Firqeya Leşkerî ya 86'an, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan parêzer û dadwerên herêmê, ji aliyê hevseroka Yekitiya Parêzeran Beşîra Cemal Eldîn ve li ber avahiya yekitiyê ya li Hesekê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wek Yekitiya Parêzeran bi tundî vê biryarê şermezar dikin, ji ber ku rasterast rûmeta qurbaniyan û malbatên wan binpê dike, bi taybet ku bi kesê bi navê Hatim Ebû Şeqra di tawanên belgekirî de cih girtiye, bi taybetî jî tawana hovane ya li dijî şehîd Hevrîn Xelef.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku erkdarkirina kesekî ku “wek sûcdarê şer hatiye pênasekirin, gefeke aşkera ye li hember hemû nirxên mirovî û yasayî ku hemû hewlên ji bo dadweriyê û lihevhatina nîştimanî li Sûriyeyê têk dide”.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku “Yekitiya Parêzeran dê li hemberî neheqiyê dengê xwe bilind bilind bike û li hemberî hewldanên rewakirina kujeran bê deng nemîne”.

(k)