Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 63 roj in didome

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” 63 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 63 roj in didome
28 ÇILE, 2024   09:37
 NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 63’yan de berdewam dike. 

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Malbatên girtiyan jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.