Çalakiya greva birçîbûnê ya li Qamişloyê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Qamişloyê bi şermezarkirina dualîte û bêdengiya hêzên navneteweyî li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û teqeziya piştgiriya berxwedana zindanan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

15 kanûn, 2023   18:39
QAMIŞLO

Ji vê sibehê ve û 2 roj e bi sedan xelkê Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî berê xwe da konê greva birçîbûn ku duh hate vedan. Ev çalakî di çarçoveya piştgiriya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku di 10′ê Cotmehê de bi diruşma ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî′ hate vedan.

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo piştgiriya berxwedana li zindanên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi diruşma ′Em ê berxwedana zindanan zindî bikin û bi rih û nirxên şehîdan Rêberê xwe azad bikin′ li pêş Komseriya Penaberan a NY′yê li taxa Siyahî ya Qamişloyê konê çalakiyê veda.

Di bin konê çalakiyê de endama Însiyatîfa Gel Semîre Mihemed berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rastî û cewhera gelan derket hole. Ji lew re îro tevahî pêkhate li dijî faşîsta Tirk a li dijî hêvî û armancên gelan e, disekine û banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin."

Semîre wiha domand: "Siyasetên tecrîd û qirkirinê me ji Rêbertî  bi dûr naxin û têkoşîn me têk nabin."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ubeyd Ete bal kişand ser hembêzkirina gelan û civandina li dora fikrên Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî û wiha got: "Fikrên Rêbertî îro ji gelên cîhanê re ku êdî di bin nîrê siyasetên rejîmên hegemon in, hêvî ne. Ji lew re tevahî gelên Kurdistan, Afrîkya, Amerîka Başûr û Ewropa banga azadiya wî ya fîzîkî dikin."

Ete bang li aliyên hiqûqî kir ku tev bigerin da ku tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Ete wiha domand: "Ji her demê zêdetir em îro bi israr in û em ê di têkoşîn û lidarxistina çalakiyên xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî û tevahî girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk dewam bikin."

Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê ji hêla endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin êrişên qirkirin û ferzkirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan gel ji têkoşîn û berxwedanê bi dûr naxe, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê nûnertiya gelekî dike, lê belê nûnertiya tevahî gelan, dozên wan dike û di oxira pêkanîna edaletê de tê dikoşe.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û CPT′yê hate kirin ku der barê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bixebitin.

Di dawiyê de hate gotin dê têkoşînê bilind bikin, heta dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê ku sûcên li Îmraliyê pêk tên aşkera bikin.

Dê çalakiyên greva birçîbûnê sibe li Amûdê 2 rojan dewam bike.

(fr)

 ANHA