Çalakiya greva birçîbûnê ya Amûdê bi dawî bû ‎

Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Amûdê ya di çarçoveya piştgiriya berxwedana grevên ‎birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de û bi daxwaza ‎azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi dawî bû.‎

Çalakiya greva birçîbûnê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya greva birçîbûnê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya greva birçîbûnê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya greva birçîbûnê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya greva birçîbûnê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya greva birçîbûnê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya greva birçîbûnê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya greva birçîbûnê ya Amûdê bi dawî bû ‎
19 kanûn, 2023   17:47
QAMIŞLO

Çalakiyên di çarçoveya pêngava bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd ‎‎re çareseriya siyasî" de dewam dikin‎. Duh ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ve çalakiya konvedanê bi dema 2 rojan hate vedan. Îro bi dehan xelkê bajarokên navçeya Amûdê li Qada Jin kom bûn û di diruşmên ′Bê serok jiyan nabe′ û ′Berxwedana jiyan e′ berê xwe da konê çalakiyê.

Di bin konê çalakiyê de hevserokê Meclisa bajarokê Sinceqa Sadûn yê navçeya Amûdê ‎‎Ebdurehîm Şakir berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê yên di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de silav kir û wiha got: "Bi saya  fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiya hemû ‎gelan hate ronîkirin, ji lew re îro hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga azadiya ‎fîzîkî ya rêbertî dikin."

Şakir di dawiyê de bêdeniya CPT′yê, rêxistinên mafên mirovan şermezar kir û got: "Soza me ji bo Rêbertî û şehîdan em ê çalakiyên xwe berdewam bikin û doza me azadiya Rêber Apo ye."

Li aliyekî din jî endama Kongra Star a bajarokê Topiz Şînda Elî axivî û wiha got: "25 ‎sal in berxwedana Rêber Apo ya dîrokî didome, berxwedana Rêber Apo ji bo me jinan ‎çavkaniya hêz û iradeyê ye, bi taybet ji ber ku Rêber Apo xeta azadiya jin ji me re ronî kir." ‎

Şînda di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bi hev re banga azadiya fîzîkî ya ‎Rêber Abdullah Ocalan bikin, heta ku tecrîdê bişikînin û  bi şoreşa ′Jin, Jiyan , Azadî′ ,rejîma ‎îmraliyê têk bibin. ‎

Çalakî bi xwendina daxuyaniyê ji aliyê endama Meclisa malbatên şehîdan a navçeya ‎Amûdê Hêlîda Hisên ve hate xwendin.‎

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û CPT`yê hate krin ku der barê ‎azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulllah Ocalan de bixebitin.‎

Di dawiyê de soza bilindkirina asta têkoşînê heta şikandina tecrîda Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ‎ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkyayê de, hate dayîn. ‎

‎(Lî)  

‎