′Divê ciwan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin′

Xelkê Hesekê û Dirbêsiyê sersaxî da malbatên şehîd Ehmed Şehab, Xelîl Hemîd û Rizgar Derwêş û beşdaran bang li ciwanan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.

19 kanûn, 2023   17:22
HESEKÊ

Xelkê Hesekê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Ehmed Şehab û Xelîl Hemîd, her wiha xelkê Dirbêsiyê jî berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Rizgar Derwêş.

Konê sersaxiyê yê şervanê QSD′ê şehîd Qendîl Şedadê (Ehmed Şehab) ku di 15′ê Kanûnê li Hesekê şehîd bûye û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xelîl Hemîd ku di 14′ê Mijdarê de li Hesekê şehîd bûye li taxa Xiwêran a Hesekê hate vedan.

Di merasîmê de endama Komîteya Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rewan Ebdulezîz sersaxî da malbatên her du şehîdan û wiha got: "Em ê li ser şopa şehîdan heta têkbirina dagirkirî û bidestxistina serketinê bimeşin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê axivî û wiha got: "Ji 12 salan ve em li ser rêça berxwedanê ne. Em heta pêkanîna azadî û hêviyên şehîdên xwe dev ji vê rêçê bernadin."

Dêrsim Hesekê wiha domand: "Rêya me di xwespartina têkoşînê de aşkera ye. Hemû gelên bangên azadiyê dikin ên li 4 parçeyên Kurdistanê xwe dispêrin fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan."

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Idrîs Oso soza şopandina rêça şehîdan nû kir û wiha got: "Em soz didin her du şehîdan ku em ê li ser rêça wan bin, ewlehî û îstîqrara herêmê biparêzin."

Li Dirbêsiyê jî xelkê navçeyê berê xwe da konê sersaxiyê yê gerîla şehîd Kendal Cûdî (Rizgar Derwêş) ku di 28′ê Mijdarê de li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn. Konê sersaxiyê li gundê Qermanî yê navçeyê hate vedan.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Mihemed Kotî axivî û îşaret bi fedakariyên şehîdan di parastina welat de kir û wiha got: "Dijmin hewl dide bi rêya êrişên li dijî Kurdistan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîrok û çanda gelê Kurd îmha bike."

Endama rêvebera Kongra Star a Dirbêsiyê Fatme Keleş sersaxî da malbata şehîd û berxwedana HPG′ê li çiyayên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir, her wiha çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de yên heta şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Mistefa Derwêş diyar kir ku şehadet ew e ku dewama berxwedan û têkoşîna li dijî dijmin e.

Derwêş bang li tevahî hêz û partiyên Kurd kir ku bibin yek, her wiha bang li ciwanan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Ednan Kalo jî axivî û got berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê êrişên dijmin ên bi armanca derbekirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin.

Di dawiyê de wesîqeyên her sê şehîdan hatin xwendin û diruşmên ′Şehîd namirin′  hatin berzkirin.

(fr)

ANHA